DEM Partî: Em naveroka yasaya bo PKKê bê derxistin nizanin
PeyamaKurd - Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand ku yasaya çarçoveyî ya girêdayî pêvajoya aştiyê û vegera endamên PKKê yên çek berdane pêwîste di meha Tîrmehê de bigihîje encamê. Dogan da zanîn ku ew bixwe jî naveroka yasayê nizanin.
Dogan da zanîn ku li ser şandina yasayê bo parlamenê rêkeftinek pêk hatiye û weke partî wan daxwaz kiriye ku berî parlamen navberê bide xebatên xwe, ev yasa di nav meha tîrmehê de were rojeva parlamentoyê.
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku li ser vê mijarê lihevkirin çêbûye, lê belê pirsa herî krîtîk û girîng ji bo wan ew e ka ev rêzikname dê çawa û bi çi şêwazî were pêşkêşkirin.
Herwiha Ayşegul Dogan îdiayên ku dibêjin ev yasa di encama rêkeftineke ligel Abdullah Ocalan de hatiye amadekirin jî red kirin û got, Şandeya Îmraliyê ev 40 roj in nikare ligel Ocalan bicive û eşkere kir ku tu nivîsa fermî an reşnivîsek ji aliyê hikûmetê ve ligel wan nehatiye parvekirin û ew bi xwe jî hîn bi naverok û berfirehiya vê yasayê nizanin.