TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Parti sibe serdana AK Partî û MHPê dike

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2026 17:01

PeyamaKurd - Bernameya serdanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê diyar bû.

Şandeya DEM Partiyê dê sibe, di roja duyem a cejnê de serdana gelek partiyên siyasî dike.

Li gorî bernameya fermî, şandeya ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî Mahfuz Guleryuz, Parlamentera Diyarbekirê Adalet Kaya û Endama Meclisa Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk tê, dê saet 09:25an de serdana yekem ji MHPê re bike û piştre di saet 12:30an de derbasî navenda AK Partiyê bibe.

Hevdem, şandeyeke din a partiyê dê li Navenda Giştî ya li Balgatê wê pêşwaziya nûnerên partiyên siyasî bike.

Di bernameya îsal a pîrozbahiyên cejnê de xala herî balkişîner, cihnegirtina partiya sereke ya opozîsyonê (CHP) bû. Piştî biryara dadgehê ya derbarê "betalbûna mitleq" û peydabûna krîza dualî ya serokatiyê di navbera Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu de, DEM Partiyê helwesteke bêalî girt û biryar da ku serdana her du aliyan jî neke.

Parve bike: