TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Partiyê ‘Dayikên Aştiyê’ bir serdana MHPê

Admin H
Nivîskar
📅 07 gulan 2026 18:00

PeyamaKurd - Bi pêşengiya DEM Partiyê, şandeke Dayikên Aştiyê yên ku zarokên wan di nav refên PKKê de can dane, li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Partiya Tevgera Neteweperwer a Tirk (MHP) kir. Berdevka DM Partiyê Ayşegul Dogan, ligel dayikan serdana MHPê kir.

Hate ragihandin ku hevdîtin di atmosfereke nerm de derbas bûye û ji aliyê rayedarên MHPê ve bi Kurdî pêşwazî li dayikan hatiye kirin.

‘Zimanê êşan nîne’

Wekîlê Serokê Koma MHPê li Parlamentoyê Erkan Akçay, Dayikên Aştiyê bi gotina Kurdî "Hûn bi xêr hatin" pêşwazî kir. Akçay di hevdîtinê de bal kişand ser birînên hevbeş û diyar kir ku her çend zimanê êşan tune be jî ew wan êşên hevbeş hîs dikin.

Wekî sembola aştiyê, dayikan çarikên spî (laçik) diyarî rayedarên MHPê kirin. Li hember vê MHPê jî bi şalên rengîn ên ku pirrengiya çandî nîşan didin bersiv da dayikan û gulên sor pêşkeşî wan kirin.

Piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê

Dayikên Aştiyê piştî hevdîtinê kêfxweşiya xwe anîn zimên û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hewlên ji bo aştiyê.

Dayika Aştiyê Behiye Yalçin got ku ew heta dawiyê li pişt wê pêvajoyê ne ku ji bo çareseriyê dest pê kiriye. Şanda dayikan piştî MHPê, dê serdana partiyên DEVA, Saadet û CHPê jî bike daku daxwazên xwe yên ji bo aştiyeke mayînde bigihînin hemû aliyan.

 

Parve bike: