TR KU SO
FB X
Cîhan

Depoyên çekên milîsên Îranê yên ser sînorê Sûriye-Iraqê hatin rûxandin

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2021 18:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên nenas, hin binkeyên leşkerî û depoyên çekan li nêzî bajarokê Bûkemalê yê nêzî sînorê Sûriye-Iraqê bombebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên nenas ku nayê zanîn bê ka yên Hevpeymaniya Navdewletî ne ya yên Îsraîlê ne, binke û depoyên çekan ên komên alîgirên Îranê li bajarokê Bûkemalê yê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de çend depoyên çekan hatin rûxandin.

Parve bike: