TR KU SO
FB X
Cîhan

“Derxistina Tirkiyê ji bernama F-35 an bo hevkaran cezaye”

Admin M
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 02:15

PeyamaKurd- Wezîrê sanayiya bergiriyê yê Tirkiyê İsmail Demir got ku derxistina şêrketên Tirk ji bernameya balafira şer ya F-35 an, 600 mîlyon maliyetê zêde dike û her serê balafirê ji 7 heya 9 mîlyonan bihatir dike.

Demir, ragihandina xwe di panela SETA yê ya li Washigtonê hat kirin de anî ziman. Demir bo endîşeyên Amerîkayê di derbarê S-400 an de weha got:

“Eger em mijara F-35 an deynin aliyekî, bo parastina sîstema sîlihên xwe, em ê bi serê xwe, wê sîstemê (S-400) bidin xebatê. Diziya agahiyan an navê wê her çi dibe bila bibe, werin em rûnên û li ser rîsk û dizidiya agahiyan biaxifin. Bo me razî bikin, naxwazin bi me re bixebitin.”

Demir got ku wan temamê berpirsiyariya xwe ya di bernama F-35 an de anîne cîh û derxistina şîkrtên Tirk ji bernama F-35 an ne tenê bo şîrketên Tirk lê bo temamên hevparên bernameyê cezaye.

Parve bike: