TR KU SO
FB X
Cîhan

Dewleta Nîjeryayê 179 dîlan rizgar kir

Admin M
Nivîskar
📅 30 gulan 2026 16:39

PeyamaKurd – Artêşa Nîjeryayê di 25-28ê Gulana 2026an de operasyon kir ser rêxistinên li welatê xwe û di encamê de 179 dîlên ku di destê wan rêxistinên tundrew de bûn rizgar kir.

Artêşê ragihand ku ji wan rêxistinên çekdar gelek kesan kuştine û hinek ji wan bi birîndarî reviyane.

Ragihandin ji aliyê berpirsê medyayê yê ji operasyonan berpirs Tumgeneral Michael Onoja de bi nivîskî hat kirin. Onoja ragihand ku di nav esîran de jin û zarok jî hene.

Li Nîjeryayê rêxistinên wekî Boko Haram û şaxê DEAŞê yê Rojavayê Afrîka ISWAP hene ku êrîşan dikin û xelkê direvînin.

Parve bike: