Cîhan
Di cejnê de trafîk weka meydana cengê bû: 49 mirî
PeyamaKurd- Di cejna Remezanê de li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê di qezayên rê de 49 kes jiyana xwe ji dest dan û 317 kes jî birîndar bûn.
Qeza mezin li bajarê Tirkiyê li Kastamonuyê çêbû. 6 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Jimara giştî wê heya roja duşemê hêj zêdetir bibe.