Cîhan
Di derbarê kirîna çekan û terorê Iraq û Ûkrayna danûstandin kirin
PeyamaKurd - Iraq û Ûkrayna li ser kirîna çekan û rûbirûbûna terore danûstandin kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqa Federal Cume Inad, li gel Wezîrê Berevaniyê yê Ûkraynayê civiya û behsa hemahengiya di warê rûbirûbûna terorê kirin.
Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, armanca şanda Iraqê bi Serokatiya Wezîrê Berevaniyê bo Ûkraynayê, gotûbêjkirina mijara hevkarî û hemahengiyê ye di warê kirîna çekan û rûbirûbûna terorê û pêşxistina kerta serbazî ya Iraqê de.