TR KU SO
FB X
Cîhan

Di Derya reş de êrîşê tekna Tirkiyê kirin: 1 mirî û 4 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 23:30

PeyamaKurd – Fermandariya Ewlehiya Pervan ragihand ku di Derya Reş de nêzî nîvgirava Kirimê li yeravên Sivastopolê êrîşê birine ser tekneyekî masîvanan ku ala wê Tirkiye ye, di êrîşê de derb li teknê ketiye û tekjne noqav bûye. Tekna ku ketiye ber êrîşê 'DURU 67' e.

Di encama êrîşê de tekne noqav bûye û nêzî teknê, tekneya bi navê “BURAK KAYA” hebûye. Dema dibînin tekne noqav dibe xwe digihînin teknê, her 5 birîndaran hildigrin û tînin ber bi lîmana İneboluyê. Di rê de masîvanekî dimre.

Cesedê masîvanê mirî dixin keştiya fermandariya ewlehiya peravan û di keştiyê de birîndaran derman dikin. Paşî wan dibin lîmana İneboluyê û dibin nexweşxanan.

Parve bike: