TR KU SO
FB X
Cîhan

'Di dîreksiyon de Trump heye, ne Netanyahû'

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2026 20:04

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, bersiv da îdiayên ku dibêjin Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara şerê Îranê de di bin bandora Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû de ye. Hegseth tekez kir, biryarên Amerîkayê serbixwe ne û li gorî berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê têne standin.

Pêşî Amerîka û Serokatiya Trump

Hegseth destnîşan kir ku nêrîna ku dibêje; Trump ji aliyê Netanyahû ve ber bi van gavan ve tê kişandin, nêrîneke şaş e û got: "Serok Trump di her qonaxê de bi têgihîştina 'Pêşî Amerîka' û li gorî nirxandina xwe ya derbarê berjewendiyên Amerîkayê de serokatî kiriye."

Hegseth diyar kir ku di hemû biryarên stratejîk de pîvana sereke ne daxwazên welatên din, lê belê destkeftên Amerîkayê ne.

Hevkarî û armancên cuda

Hegseth herwiha anî zimên ku her çend Îsraîl di vê pêvajoyê de hevkarekî pir jêhatî be jî, carinan dibe ku armancên wan ji yên Amerîkayê hinekî cuda bin. Lê belê got: "Di dawiyê de, di direksiyonê de tenê destek heye û ew dest jî yê ku pêvajoyê bi rê ve dibe ye."

Parve bike: