TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsê de 12 kesên sîvîl mirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2022 03:48

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Kongo ya Komara Demokratîk, li eyaleta Itûriyê di êrîşa serhildêran de 12 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Li gor çapemeniya Kongoyê; rêxistina Hevkariya Geşepêdana ji bo Kongoyê (CODECO) êrîşê navça Tsotsoyê kiriye.

Di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û di nav 2 mehên dawiyê de di ser 200 kesî de mirov hatine kuştin.

Ji sala 2014 an heya niha li welatên Kongo, Rûanda û Bûrûndiyê madenên zêr û kobaltê hene û rêxistin dixwaze wan madenan bixe bin destê xwe. Lewra gelek caran şerê çekdarî çêdibe lê yên tên kuştin tim sîvîlin.

Parve bike: