Di êrişên Husiyan de li Siûdî 73 sivîl birîndar bûn
PeyamaKurd - Rayedarên Siûdî Erebistanê ragihandin ku di êrişên Hûsiyan ên li ser bajarên başûrê welêt de ku jin û zarok jî di nav de 73 sivîl birîndar bûne.
Koma Ensarullah a Hûsiyan li ser binesaziya sivîl û aborî êriş pêk anîn û balafirgehên navneteweyî û tesîsên petrolê yên li Abha û Jazanê hedef girtin.
Fermandariya Hêzên Hevbeş a Koalîsyonê diyar kir ku ji bo jinavbirina metirsiyan dê hemû tedbîrên pêwîst bi biryar bên girtin.
Ji aliyê din ve, Hûsiyan jî Siûdî Erebistan bi bombebarankirina herêmên li Yemenê tawanbar kirin.
Hat ragihandin ku di êrişa li ser girtîgeheke li bakurê welêt de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku piştî girtina Tengava Hurmûzê, girîngiya Tengava Babûlmendeb û Deryaya Sor ji bo veguhestina petrolê zêde bûye û şerê li herêmê berfireh dibe.