Cîhan
Di kanê de hezaz çêbû: 160 kes mirin
PeyamaKurd – Li herêma Hpakant a eyaleta Kaçin a welatê Myanmarê di kanekê de hezaz çêbû û karkerên kanê di bin ax û herîyê de man.
Li gorî nûçeya BBCyê wezîrekî eyaletê bi navê Dashi La Seng ragihandiye ku herî û ava baranê wekî lehîyeke mîna tsunamiyê kane tije kiriye û hejmarek zêde kes di bin de mane.
Li gorî nûçeyê heta niha 160 kes ji ber hezezê can dane ku dibe hejmar bilindtir bibe.