Cîhan
Di malekî de şewat derket û 10 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Peru li payîtext Lima di malekî de şewat derket, di encamê de 10 kes can dan ku 5 ji wan zarok in. Li ser sedema derketina şewayê lêkolîn tên kirin.
Enstituya Parastina Sîvîl ya Netewiya Peruyê (İndeci) di daxwuyaniya xwe de got ku li taxekî feqîr 2 xanî şewitîne û sedema şewata her 2 xaniyan nayê zanîn. Di şewatê de 10 kes mirine ku 5 ji wan zarok in.
Rêvebirê asayîşa giştî ya polîsan Oscar Arriola, ji bo çapemeniyê ragihandiye ku ji bo bizanibin sedema şewatê çiye, piralî xebatên xwe dewam dikin.