TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera Lubnan û Fransa de hevdîtinên hevkariya leskerî hatin kirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2025 01:38

PeyamaKurd – Serokerkanê Lubnanê Joseph Avn, bi hemkarê xwe yê Fransayê, bi Thierry Burkhard re hatin cem hev û li ser rewşa Lubnanê û pêşdebirina hevkariya navbera her dû artêşan axifîn.

Li gor ajansa NNA ya Lubnanê; serokerkanê Lubnanê Avn bi serokerkanê Fransayê bi Burkhard re li rojhilatê Beyrûdê li baregeha xwe ya li El-Yerzeyê civiyan.

Avn, li ser rewşa Lubnanê ya heyî şiroveyan kir û bi Burkhard re li ser pêşdebirina hevkariya navbera artêşa Lubnanê û Fransayê hevdîtin kirin.

Avn û Burkhard, rewşa heyî dan ber çav û biryarê dan ku divê desteka ji bo artêşa Lubnanê dewam bibe.

Parve bike: