Cîhan
Di navbera Tirkiye û Siûdiyê de tevgera dîplomasiyê
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî bi hevtayê xwe yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr re kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Wezîr Çavuşoglu û hevtayê wî yê Siûdî bi têlefonê axivîn.
Hat ragihandin ku herdu wezîr di hevdîtinê de li ser pirsa zelalkirina bûyera kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi û têkiliyên dualî sekinîn.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku wê Serdozgerekî Siûdî ji ber bûyerê bê Tirkiyeyê.