Cîhan
Di operasyonê de 14 kes mirin û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Zacatecasê li bajarê Calerayê, ji aliyê polîsan de bo ser çeteyên çekdar operasyon hat kirin. Di operasyonê de 14 kesên çekdar hatin kuştin û 3 polîs birîndar bûn. Ragihandina operasyonê ji aliyê wezîrê ewlekariya giştî Arturo Lopez Bazan de hat kirin.
Bazan ragihand ku di operasyonê de bi miqdarê zêde maddeyên hişbir û sîlih ketine destê wan. Polîsên birîndar jî birine nexweşxaneyên der û dor bo dermankirinê.