Di pevçûnên etnîkî de 54 kes can dan
PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Manipurê di pevçûn û şiddetên etnîkî de, 54 kes can dan. Civaka bi navê Meitei, bi daxwaza ku têkeve nav ‘Qebîla Plankirî’ ji serê hefteya borî de xwepêşandanan dike. Li eyaletê li hemberê çalakiyên Meiteiyan hinek qebîle nerazîbûn nîşan dan û xelkê di kolanan de bihev ketin.
Ji 3 yê gulanê heya niha gelek xanî, erebe, alav, dêr, mabed û mulkên giştî yên dewletê şewitandin. Dewlet ji bo aramiyê deh hezar esker û mîlîsan xist kuçeyan. Di 4 ê gulanê de ji bo eskeran berdana çekan serbest kirin. Di hinek kolanan de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Xizmeta internetê hat qutkirin. Ji ber şiddetê 13 hezar kes ji eyaletê tehliye kirin.
Li gor ajansa herî mezin ya Hindistanê ajansa Press Trust of India (PTI) yê; di eyaletê de heya niha 54 kes kuştine.
Qebîla herî mezin ya li Manipurê ya bi navê Meitei, eger statuya ‘Qebîla Plankirî’ bidest bixe, wê mafê wan yê temsîla siyasî hebe û ji bo şertên wan yên jiyanê baştir bibe, derfetên kar ji bo wan peyda dikin. Lewra qebîleyên din li hemberê wan dertên da statuye bidest nexin.