Cîhan
Di teqînekê de 5 cendermeyên Tirk birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî li bajarê Tokatê navçeya Erbaayê tîmên cendermeyan li ser îxbarekê çûne malekê û di wê malê de teqîn çêbûye.
Li gorî zanyariyên medya Tirk di teqîna ku li maleke bajarokê Karakaya ya navçeya Erbaayê rû daye de, 5 cenderme û 2 kesên sivîl birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku 7 birîndar bo nexweşxaneyên li Erbaa û Tokatê hatine veguhestin.
Parêzgarê Tokatê Numan Hatîpoglu daye zanîn ku teqîn ji ber nakokiyên di navbera du malbatan de dema alozî çêbûye.