Dîroka gera sêyemîn a danûstandinên Îsraîl-Lubnanê hate diyarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku gera sêyemîn a danûstandinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de wê di 14 an 15ê Gulanê de pêk were.
Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê danûstandinên Îsraîl-Lubnanê de daxuyanî da.
Karbidest destnîşan kir ku gera nû ya danûstandinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de wê di 14 an 15ê Gulanê de pêk were.
Çavkaniyên Lubnanê berê diyar kiribûn ku gera sêyemîn a danûstandinên di navbera Lubnanê û Îsraîlê de wê hefteya bê li Washingtonê pêk were.
Sefîrên Îsraîl û Lubnanê li Washingtonê di 14 û 23ê Nîsanê de ji bo amadekariya danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê civiyan.
Êvara Şemiyê, 25ê Nîsana 2026an, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da artêşê ku tevî agirbestê jî êrîşên dijwar li ser Lubnanê bike. Piştî vê yekê, artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî li ser bajarokên Xirbet Silm, Sultaniye, Hedessah û Zebkin pêk anîn.