Dogan: Ocalan bibe kordînator wê bandoreke girîng çêke
PeyamaKurd - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiya xwe ya Eneqreyê civîneke rojnamevanî li dar xist û ragihand ku têkiliyên di navbera rayedarên dewletê, Abdullah Ocalan û rêvebiriya PKKê yên li ser çekdanînê didomin.
Dogan, da zanîn ku ew li bendê ne di rojên pêş de derbarê çekdanînê de pêşketinên girîng çêbibin.
Dogan, destnîşan kir ku ew ji bo serdema nû bi îdiaya bûnê hêzeke siyasî ya damezirîner û biryardar xwe amade dikin û li ser mijara çekdanînê wiha got: "Ji daxuyaniyên ku dem bi dem li ser vê mijarê didin jî diyar e ku ev têkilî û xebatên têkildarî çekdanînê didomin. Ji ber ku xebatên qadê yên derbarê çekdanînê de bi awayekî dualî tên meşandin, mekanîzmayên avakirî dixebitin. Dema ku pêşketinên berbiçav çêbibin, dê bi raya giştî re bên parvekirin."
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku ji bo xebatên li qadê bi awayekî pratîkî encam bigirin, eger Abdullah Ocalan di wê desteyê de wekî "Kordînatorê Çekdanîn û Siyasîbûnê" bi fermî dest bi xebatan bike, ew ê bandoreke girîng çêbike.