Buldan: Wê Ocalan bibe kordînatorê pêvajoya bêçekbûn û siyasîbûnê
PeyamaKurd - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di hevpeyvîneke bi Ajansa Mezopotamyayê re bal kişand ser qonaxa nû ya pêvajoya çareseriyê û got ku di Cotmehê de dibe ku gavên berbiçav werin avêtin.
Buldan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan tekez kiriye ku ji bo derbasbûna qonaxa aştiya erênî pêdivî bi berpirsyariya hemû aliyan heye û got ku gotûbêj êdî dê ji beşa çekdarî derbasî beşa siyasî bibin.
Buldan her wiha da xuyakirin ku daxwaza çekdanînê divê wekî mercekî pêşwext neyê dîtin, belkî wekî beşek ji gavên dualî yên ku mil bi mil dimeşin bê nirxandin.
Buldan da zanîn ku Ocalan dê hem di pêvajoya bêçekbûnê de hem jî di avakirina siyasî û demokratîk de roleke kordînator bilîze û ji bo vê yekê jî pêwîst e şert û mercên azad ên xebat û hevdîtinê ji bo wî werin pêkanîn.