Buldan: Wê Ocalan di lijneya kordînasyonê de cî bigire
PeyamaKurd - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Faik Ozgur Erol û endamê sekreteriya Îmraliyê Veysi Aktaş li Taksimê di civîneke çapemeniyê de li ser "qanûna çarçoveyê" û pêvajoya çareseriyê nirxandin kirin.
Faik Ozgur Erol got ku bi derketina vê qanûnê re qonaxeke girîng hate derbaskirin û diyar kir ku ev qanûn dê rasterast bandorê li ser zêdetirî 75 hezar dosyeyan bike û nêzîkî 4 hezar girtiyên siyasî jî dikarin bi vê rêyê werin berdan.
Di civînê de Pervin Buldan ragihand ku di 24ê Tebaxê de civîna yekem a Meclîsê pêk tê û piştî wê jî dê komîsyonên din ên bo cîbicîkirina yasayê bên avakirin.
Buldan eşkere kir ku di nav van de komîsyona çekberdan û siyasîbûnê heye û Abdullah Ocalan dê di nav vê lijneyê de cih bigire ji bo ku pêvajoyê kordîne bike.
Li aliyê din Veysi Aktaş jî got ku bi erêkirina vê qanûnê re derbazî qonaxa muzakereyan hatina kirin û cara yekem e ku îradeya siyasiyî statuya Ocalan qebûl kiriye.