Cîhan
Dorpêçên Amerîkayê li derman û xidayan xist
Peyamakurd - Dorpêçên Amerîkayê yên Îranê ji niha ve kêmbûna xwarin û dermanan derxist holê.
Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Meclîsa Ewlekariya Netewî ya Îranê Haşmetullah Felahetpişe ragihand ku dorpêçên ser Îranê dê bibe sedema kêmpeydebûna dermanan û xurekan.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) Felahetpişe daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe yên ku gotibû, ‘Eger rêveberên Îranê dixwazin gelê wan bê nan nemîne, divê guh bidin Amerîkayê’ nirxand.
Felahetpîşe got ku ji niha ve bandora dorpêçên aborî li ser peydekirina dermanên nexweşiyên kronîk ên wekî kanserê destpê kiriye û wiha domand: “Ji ber dorpêçên ser sîstema bankevaniyê dibe ku di kertên derman û xidayê de astengî çêbibin.”