Dr. Ghebreyesus, banga rawestandina ser li Rûsyayê kir
PeyamaKurd-Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Kîevê banga xwe ya rawestandina şer a li Rûsyayê dubare kir. Ghebreyesus da zanîn ku vî şerî zerarên mezin li qada tenduristiya Ukraynayê kirine.
Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Kîevê banga xwe ya rawestandina şer dubare kir. Dîrektorê Giştî yê WHOyê da zanîn ku ew ê bangewaziya xwe di her derfetê de dubare bikin. Di banga hat kirin de hat ragihandin ku şerê hatiye destpêkirin, zerar û ziyaên mezin daye qada tenduristiyê ya Ukraynayê. Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku ew ji ber van rûxandinên avahiyên tenduristiyê gelek xemgîn e û tevî her tiştî jî xelkê herêmê hewil dide ku van avahiyan temîr bike da ku xizmeta tenduristiyê qut nebe.
Ghebreyesus got ku di şer de 200 êrîş li avahiyên tenduristiyê hatine kirin û bang li Rûsyayê kir ku avahiyên tenduristiyê nebin hedefên êrîşan.