Cîhan
Du balafirên ser li esman li hev qelibîn
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 2 balafirên Su 34 ên Rûsyayê dema bi ser Kendava Tatarê ya sînorê navbera Rûsya – Çînê difikiriyan li hev ketin.
Ajansa TASS a Rûsyayê ragihand ku du balafirên Su 34 ên şer li nêzîkî sînorê Çînê, li rojhilatê bajarê Habarovskê li hewayê li hev qelibîne.
Hat diyarkirin ku pîlot û karmendên balafiran beriya herdu balafir li hev biqelibin xwe ji balafiran pekandine, lê derbarê aqûbeta wan de hîn zanyarî nînin.