Cîhan
Du bot qelibîn: 17 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Çînê li herêma otonom ya bi navê Guangzi Zuang du botên ku xwe bo pêşbirka sporê amade dikirin qelibîn û 17 kes mirin.
Her dû bot li ser çem amadekariyên xwe dikirin. Di her dû botan de bi temamî 40 kes hatin rizgarkirin û jimara wan 57 kes bûn. 17 ji wan fetisîn û jiyana xwe dan.
Polîs her dû kesên ku amadekariyên pêşbirkê birêve dibirin, bi sedema ku polîs agahdar nekiribûn girtin.