TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA metirsiyên Îran û hevalbendên wê dinirxîne

Admin H
Nivîskar
📅 21 adar 2024 18:57

PeyamaKurd - Endamên Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Encumena Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di civînekê de bi amadebûna nûnerên Buroya Vekolînên Federal a Rêveberiya Dijî Terorê ya DYAyê, çalakiyên "komên terorîstî yên girêdayî rejîma Îranê û metirsiyên wan ên li ser ewlehiya navxweyî ya DYAyê" nirxandin.

Li gorî daxuyaniyên ku roja Çarşemê di civîna Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Encumena Nûneran a DYAyê de hate belavkirin, Îran û komên girêdayî wê, li ser DYAyê gefên xwe didomînin.

Di vê civîna bi sernavê “Lêkolîna rewşa niha ya eksena berxwedanê û encamên wê yên li ser ewlehiya navxweyî û berjewendiyên DYAyê” hate lidarxistin de hate destnîşankirin metirsiyên ewlehiyê yên ji ber rejîma Îranê û komên girêdayî wê ji berê zêdetir û berfirehtir bûne û ev metirsî wiha hatin rêzkirin:

“Kuştina berpirsên DYA yên dema reveberiya Donald Trump û rikberên rejîma Îranê yên li Amerîkayê, hêrişkirina hêzên DYA yên li dervayê welat, têkdana bazirganî û metirsiya ewlehiya deryayî ya li Deryaya Sor.”

Hin berpirsên dezgehên sîxuriyê yên DYAyê jî beşdarî vê civînê bûn û nêrînên xwe yên di derbarê berfirehî û leza gefên rejîma Îranê û komên pê ve girêdayî yên li dijî DYAyê anîn ziman.

Lengera Berxwedanê

Nûnerê Komarî yê Tennessee û Serokê Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Encumena Nûneran Mark Green di destpêka civînê de got ku Îran di bin navê "Lengera Berxwedanê" de gelek rêxistinên tundwer bi rêve dibe.

Green Hizbullaha Lubnan, Hûsiyên Yemenê, Hemasê, Cîhada Îslamî ya Filistînî û komen milîs ên Iraq û Sûriyeyê wek komên girêdayî rejîma Îranê bi nav kir û got:

"Ev komên wekalet û piştgirên wan li welatên wekî Lubnan, Îran, Yemen, ÎIraq û Sûriyeyê ne û li hember kiryarên xwe, ji rejîma Îranê piştgirî û rahênanên abor û bîrdozî yên gring werdigirin."

Hêrişên tolhildanê yên Hizbullahê

Alîkarê Rêvebirê Beşa Dijî Terorê ya FBI Robert Wells jî piştrast kir ku FBI dilgiran e ku Hizbullah, şirîkê sereke yê stratejîk ê Îranê be û li dijî rayedarên berê yên DYAyê, ne tenê li derve; lê li hundurê DYAyê jî hêrişên tolhildanê pêk bîne.

Wells di berdewamiya axaftina xwe de got: Hizbullah ji dema damezrandina xwe ya 1982an vir ve, di gelek hêrişên terorîstî yên li dijî DYAyê de beşdar bûye. Metirsiya Îranê û alîgirên wê berdewam e û FBI bi hevkarên xwe re ji bo misogerkirina parastina berjewendiyên DYA yên li hundir û derve domdar e."

Taktîkên cuda

Cîgirê Rêveberê Analîzê yê Ofîsa Sîxuriyê ya Wezareta Ewlehiya Navxweyî James Dunlap jî piştrast kir ku hêzên girêdayî rejîma Îranê li diji DYAyê taktîkên cuda yên wek; ji bo têkbirina binesaziya DYAyê, sîxuriya sîberî bi kar tînin.

Dunlap axaftina xwe ya di derbarê taktîk û rêbazên rejîma Îranê û hêzên girêdayî wê yên li dijî DYAyê de wiha domand:

“Hêrişkarên sîber bi alîkariya rejîma Îranê, bi saya rêbazên endazyariya civakî û amûrên berdest ên pişkinîn û hakkirina kompîturan, ji lawaziyên nermalava û hardwareên ku ji raya giştî ve tên nasîn sûd werdigirin û bi ser van lawaziyan hêrişên sîber pêk tînin. operasyonên sîxuriyê yên ji bo ajansên hikûmetê û pîşesaziyên berevaniyê dikin armanc û hewl didin ku binesaziya gring a pergala dijîtal a DYAyê têk bibin.

Parve bike: