"DYAyê amadekariyên berfirehkirina êrîşên li ser Îranê kir"
PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlî ragihand ku artêşa Amerîkî amadekariyan dike ku di rojên pêş de çarçoveya êrîşên li ser Îranê berfireh bike û li benda biryara dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Hat îdiakirin ku Amerîka armanc dike ku di rojên pêş de êrîşên li ser Îranê bêtir dijwar bike.
Çavkaniyek ewlehiyê ya payebilind a Îsraîlê, ji televîzyona i24News re axivî û diyar kir ku planên leşkerî ji bo qonaxa din a êrîşên li ser Îranê amade ne û li ser maseya Serok Trump in.
Çavkaniya Îsraîlî destnîşan kir ku rêveberiya Washingtonê niha naxwaze Îsraîl beşdarî êrîşan bibe, lê parvekirina îstîxbaratê ya asta bilind, şêwirmendî û pêvajoyên plansaziyê di navbera her du welatan de bênavber berdewam dikin.
"Rejîma Tehranê dikare bê rûxandin"
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN jî îdia kir ku planên êrîşê yên li ser maseya Trump dikarin bibin sedema hilweşandina rejîma Tehranê.
Medyaya Îsraîlî radigihîne ku Amerîka amadekariyan dike ku di rojên pêş de çarçoveya êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Îranê berfireh bike û di vê çarçoveyê de, dest bi şandina balafirên şer ên zêdetir û herwiha dagirtina balafiran bo Rojhilata Navîn kiriye.