TR KU SO
FB X
Cîhan

DYAyê sizayên nû li ser 4 Îraniyan û 2 saziyên girêdayî Pasdarên Soresê sepandin

Admin L
Nivîskar
📅 24 nîsan 2024 11:33

PeyamaKurd – Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku sizayên nû li ser 4 Îraniyan û 2 saziyên girêdayî Pasdarên Şoreşê sepandiye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, 3 kes û 2 saziyên girêdayî Fermandariya Elektronîk a Muhafizên Şoreşê û 1 kes jî bi şîrketeke girêdayî Mihafizên Şoreşê ve hatine sizakirin.

Hat diyarkirin ku navên kesên ku siza li wan hatiye birîn Alî Riza Şafie Neseb, Kumeîl Selmanî, Reza Kazmîfer û Huseyîn Muhammed Harûnî û navên şîrketan jî “Arman Data” û “Mehrsam Andişa Saz Nik” bûne.

 
Parve bike: