Cîhan
Ebdulmehdî ferman da ku ‘dawî li qedexeya derketine derve’ were
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ferman da ku ‘dawî li qedexeya derketine derve’ were ku piştî protestoyên li dijî hikûmetê hatibû ragihandin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê, bi fermana Adil Ebdulmehdî qedexeya derketina derve ya li Bexdayê û hin bajarên başurê Iraqê were rakirin.
Ji ber çalakiyên protestoyî yên li dijî hikûmetê li parêzgehên Iraqê yên wekî Zikar (Nasiriyye), Meysan (Amara) û Babil (Hile) qedexeya derketina derve hatibûn ragihandin.
Çalakiyên protestoyî ji 1ê Cotmehê û vir ve li Iraqê û bajarên din ên başurê Iraqê didomin. Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.