El Beyan: Di navbera Îsraîl û Filîstînê de ‘têkiliyên vesartî’ hene!
PeyamaKurd - Rojnameya El Beyan a Erebî li ser zêdebûna rageşî û pevçûnên vê dawiyê de, raporek belav kiriye ku tê de bi zarê çavkaniyan dibêje, di navbera Îsraîl û rêveberiya Filîstînê de têkiliyên veşartî hene.
Di rapora El Beyanê de hatiye gotin: "Çavkaniyên ji Filistîn û Îsraîlê eşkere kirin ku ′têkiliyên veşartî′ di navbera dîwana serokatiya Filistînê û serokê hikumeta Îsraîlê Benyamin Netanyahu de pêk hatine û haya rêveberiya Amerîkayê jî jê heye.”
‘Wê deshilata Filîstînê karê bi hikûmeta Netanyahû re dewam bike’
Hatiye diyarkirin ku çavkaniyên Îsraîlê dane zanîn ku Washingtonê roleke navbeynkar di navbera wan de lîstiye û sekreterê Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê Hisên El Şêx bi rêya rêveberiya Amerîkayê nameyek ji nivîsgeha hikumeta Îsraîlê re şandiye û di nameyê de jî tê gotin ku dê desthilata Filistînê karê bi hikumeta Netanyahu re dewam bike.
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku tiştên çavkaniyên Filistînê-Îsraîlê îşaret pê kirine xwe dispêrin biryara rêveberiya Filistînê ya sekinandina li ser xwesteka wê ya lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şermezarkirina avakirina niştingehên Îsraîlê.
Li gorî rapora navborî Rêveberiya Fîlistînê derbarê agahiyên Ii ser vegera têkiliyên bi Îsraîlê re hîn ti daxuyanî nedaye.