Cîhan
Elawî: Divê bilez çareseriyek ji bo PKKê bê dîtin!
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Iraqî Eyad Elawî got, “Divê bilez çareseriyek ji hebûna PKKê ya nav xaka Iraqê re bê dîtin.”
Serokê Hevpeymana Wetaniye ya Iraqê Eyad Elawî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Divê bilez çareseriyek ji hebûna PKKê ya nav xaka Iraqê re bê dîtin. Em qebûl nakin erda me ji bo zirardana aliyekî wekî serkanî bikar bînin.”
Elawî herwiha diyar kir, “Pêwîste Tirkiye jî serweriya Iraqê binpê neke. Şefafî, hezkirin û cîrantiya baş divê pêk were. Diyalog ji bo vê çareseriya herî baş e.”