TR KU SO
FB X
Cîhan

Em jî li sîxurekî digerin

📅 27 adar 2018 23:53

PeyamaKurd - Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern ragihand ku, ew jî dixwazin beşdarî biryara hevpar bibin, lê wan tu sîxur peyda nekirine.

Qeyrana ku di navbera Ingîltere û Rûsyayê de rû dabû ku li bajarê Salisburya Ingîltereyê sîxurê berê yê Rûsî hatibû jehrîkirin, piştre gelek welatên Ewropayê  tevlî bibûn.

14 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara dersînorkirina dîplomatên Rûs dabû  û Ûkraynayê jî biryar da ku dîplomatên Rûs dersînor bikin.

Herwiha Almanyayê ragihand ku ew 4, Polonya û Fransayê jî diyar kirin ku 4, Çekyayê jî destnîşan kir ku 3 û Ûkraynayê jî ragihand ku 13 dîplomatên Rûs dersînor dikin.

Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern diyar kir ku, ew jî dixwazin tevlî biryara hevpar bibin lê tu sîxur bi dest nexistine. Jacinda Ardern wiha ifade kir; “Me gazî balyozê Rûsyayê kir û jêre got, em êrîşa Salisburyê şermezar dikin û herwiha derheqê vê pêvajoyê de em bifikarin.Lê ji bo dersînor kirinê me tu sîxurê Rûs bi destnexist.

Parve bike: