"Em naxwazin bi Îranê re rûbirû bibin, lê em ê her tistî ji bo welatiyên xwe bikin"
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Bexdayê pêşwaziya Antony Blinken kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî serdana xwe ya “sûrprîz” bo Kenara Rojava di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de, çû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî civiya.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê hat dayîn, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî Blinkenê ku şeva borî hat Bexdayê, li Qesra Hikûmetê qebûl kir.
Di hevdîtina ku geşedanên li Xezzeyê hatin nirxandin de hat nirxandin ku divê pevçûnên li wir belav nebin.
Blinken piştî hevdîtina xwe ya bi Sûdanî re li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê pirsên endamên çapemeniyê bersivandin.
"Min civîneke baş û şefaf li gel Serokwezîrê Iraqê pêk anî. Me li gel berpirsên Iraqê jî rewşa ewlehiyê gotûbêj kir." Blinken gotinên xwe wiha domand:
“Pir girîng bû ku em peyamek pir zelal bişînin ji bo wan kesên ku dixwazin sûdê ji şerê Xezzeyê werbigirin û gefan li hêzên me yên li Iraqê an jî deverên din ên herêmê bixwin û ji wan re bêjin ku vê yekê nekin! Min bi zelalî ragihand ku gef û êrîşên milîsên Îranê yên li dijî hêzên me nayên qebûlkirin û ji bo parastina gelê xwe emê hemû gavên pêwîst bavêjin."
"Em naxwazin bi Îranê re rû bi rû bibin, lê em ê her tiştî ji bo welatiyên xwe bikin."
Blinken diyar kir, divê milîsên Şîa yên alîgirên Îranê şerê Xezzeyê yê li dijî Amerîkayê îstîsmar nekin.
"Em ê ji bo parastina ewlekariya welatiyên xwe hemû rê û rêbazan bikar bînin. Em naxwazin bi Îranê re rûbirû bibin, lê ji bo parastina hêzên xwe û sivîlan em ê her tiştî bikin. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi zelalî şermezarkirina êrîşên ku hêzên me kirin hedef û şermezar kir. welatiyan û ji hevalbendên xwe re behsa hewldanên xwe yên ji bo pêşîgirtina li vê yekê kir û got: "Em ji hevkarên xwe re jî dibêjin ku divê pevçûna li Xezzeyê li herêmeke din berfireh nebe."
Blinken da zanîn, hincetên Îsraîlê hene ku agirbestê qebûl neke.
Wî da zanîn ku li ser mijara agirbesteke tam cuda nerîn hene, lê her kes li gel vê agirbestê ye.
"Hebûna milîsan li dijî serweriya Iraqê ye"
Blinken eşkere kir, xebatên ji bo agirbesta însanî ya li Gazzeyê dewam dikin, Blinken destnîşan kir, ev yek ji bo serbestberdana dîlên di destê Hamasê de wê bibe derfeteke baş.
Blinken balkişand li ser wê yekê ku ew naxwazin agirê şer bigihe welatên navçeyê û bi taybet Iraqê û got, "Em naxwazin bi Îranê re rû bi rû bên, lê hebûna milîsan li dijî berjewendî û serweriya Iraqê ye."
- Sadr li dijî Blinken banga protestoyê dike
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê nêzî Serokê Tevgera Sedr Muqteda El Sadr hatiye kirin de wiha hat gotin, bang li alîgirên tevgerê hat kirin û ji wan hat xwestin ku li Meydana Tehrîrê ya navendî ya Bexdayê bicivin û serdana Blinken protesto bikin û posterên Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bişewitînin.
Berdevkê Leşkerî yê Heşda Şeibî Ebû Elî Eskerî îro 4ê Mijdara 2023ê di posta xwe ya li ser tora medyaya civakî ya Xê de got:
Em serdana Blinken qebûl nakin û gef li wan xwar ku eger Wezîrê Amerîkayê were ew ê aloziyeke nedîtî bikin.
Eskerî amaje bi wê yekê jî kir ku eger êrîşên li ser Xezzeyê berdewam bin, wê Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi rêyên ne aştiyane bigrin û got, ew ê berjewendiyên Amerîka li navçeyê bikin armanc û rê nadin kesên ku hemwelatiya wan Amerîka ye derbasî wî welatî bibin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de beriya Bexdayê serdana “surprîz” kir û bi Serokê Filistînê Mahmud Abbas re hevdîtin kir.