Cîhan
Emar Hekîm: Dixwazin hilbijartinên Iraqê pûç bikin û nehêlin xelk deng bidin
PeyamaKurd – Serokê bizava Hîkme ya Iraqê Emar Hekîm li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û da zanîn, hinek aliyên siyasî dixwazin ji niha de hilbijartinên Iraqê pûç bikin.
Serokê bizava Hîkme ya Iraqê Emar Hekîm dyar dike, mixabin hinek aliyên siyasî ji niha de dixwazin hilbijartinên Iraqê pûç bikin û nehêlin xelk deng bidin.
Emar Hekîm, navê wan aliyan neaniye ziman û gotiye, ew aliyên han behsa sextekariyê di hilbijartinan de dikin û dixwazin xelkê ji hilbijartinan sar bikin.
Li gorî fermana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hilbijartinên berwext yên Iraqê dê roja 6 Tîrmeha sala 2021 bên kirin.