TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî û Emar Hekîm rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2023 23:08

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û şanda pê re kir.

Di cvînê de, berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên Iraqê û ligel Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.

Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand ku di hevdîtinê de dîtin û nerîna li ser rewşa siyasî ya Iraqê û bizavên lihevnêzîkirina dîtin û nerînên aliyan û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin.

Herwiha tekezî li ser dostanî û pêwendiyên baş û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de û pêdivîya parastin û baştirkirina wê pêwendiyê û dostîniyê hate kirin.

Parve bike: