Kurdistan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emar Hekîm kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya İraqê Emar Hekîm kir.
Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya giştî ya İraqê û geşedanên li navçeyê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de her du aliyan li ser girîngiya hevahengî û nêzîkbûna di navbera aliyên siyasî de sekinîn û bal kişandin ser pêwîstiya pêşxistina proseya siyasî û çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê berjewendiyên giştî.