Kurdistan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê nû yê Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Wezîrê Avedankirin, Niştecîhkirin û Şaredariyan ê Iraqê Rêbaz Mihemed Hemlan kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Rêbaz Hemlan kir û di erkê wî yê nû de wekî Wezîrê Avedankirin, Niştecîhkirin û Şaredariyan ê Iraqê hêviya serkeftinê jê re xwast.
Her di vê hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera aliyên siyasî de û hewlên ji bo serxistina proseya siyasî ya li Iraqê hatin gotûbêjkirin û nirxandin.