Cîhan
Enqere: “Me teyîd kir ku YPG ji Minbicê derketiye!”
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê Hami Aksoy di derbarê rojevê de nêrînên xwe parve kirin û got ku Me teyîd kir ku YPG ji Minbicê derketiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê Hami Aksoy li ser ziyareta Donald Trump ya ji bo Tirkiyê got ku ji serî de ji bo vê yekê xebat têne kirin, lê belê heta niha dîrokeke eşkere nîn e.
Aksoy li ser balafirên F-35an jî got ku di vê mijarê de ti pirsgirêk nîn in. Pîlotên me ji bo vê yekê perwerdeya xwe didomînin.
Aksoy li ser YPG û Minbicê jî ragihand ku wan teyîd kiriye ku YPG bi tevahî ji Minbicê derketiye.