TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdoğan, bi serokkomarê Kongoyê bi Tshisekedi re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2026 16:57

PeyamaKurd – Di roja 2em ya Foruma Diplomasiyê ya 5em ya Antalya de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokkomarê Kongo ya Demokratîk bi Felix Tshisekedi civiyan. Di civînê de li ser veberhênanên enerjiyê û hevkariya stratejik axifîn.

Civîna her dû serokkomaran û heyetên wan ji bo çapemeniyê girtîbû. Di civînê de her weha li ser zêdekirina hecma bazirganiyê, hevkariya sanayî û geşepêdanên li Afrîka û karên ku şîrketên Tirkiyê karibin bikin, mijarên her dû terefan bû.

Nûjenkirina zengîniyên binaxê yên Kongoyê, honandina wan û nûhkirina avahiyên bingehîn yên enerjiyê jî mijarên wan bûn.

Heyetên her dû welatan bi berfirehî tevlî civînê bûn lê tişta diyar nebû ewlehiya li Kongo ye. Kongo daîma dibe seha êrîşên ji aliyê Boko Haram, çeteyên derverê û SIWAPOyê ku şaxekî DEAŞê yê Afrîka ye.

Parve bike: