Cîhan
Erdogan: Di meha Tebaxê de amadekariya me heye ku em Putin bikin mêvan
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Îstenbolê li navça Üsküdarê piştî limêja înê daxwuyaniyan da û got ku ew amadekariya xwe dikin da di meha Tebaxê de serokê Rûsyayê Putin bikin mêvan û di dewama axaftina xwe de weha got:
“Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres jî ji Putinre nameyekî şandiye. Em temennî dikin bi name û bi hevkariya me û Rûsyayê em karibin wexta Korîdora Dexlê dirêj bikin. Bi vî rengî em karibin pirsgirêkên welatên Afrîkayê weke me berê kir, em dewam bikin.”