TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdoğan di rêya telefonê de bi Putin re axifî

Admin M
Nivîskar
📅 03 nîsan 2026 21:24

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî. Di axaftinê de mijarên wan Ûkrayna, pêvajoya muzakereyan û Rojhilata Navîn bûn.

Serwîsa çapemeniya Kremlînê ragihand ku Putin bi Erdoğan re li ser gelek mijaran heya mesela Kendava Basrayê ya germbûna leşkerî, li ser wan axifîne.

Her weha mijara ewlehiya Derya Reş jî mijarekî her dû lîderan bû ku li serê axifîn. Di daxwuyaniya Kremlînê de hat gotin:

“Behsa girîngiya ewlehiya Derya Reş ya bi koordine hat kirin ku rejîna Kievê hewl daye ku zerarê bide xeta gazê ya ku Rûsya û Tirkiyê bi hev ve girêdide û behsa êrîşên ser keştiyên bazirganî yên di Derya Reş de kirine.”

Di axaftinê de her dû lîder behsa firehkirina pêwendiyên Rûsya-Tirkiyê yên siyasî, bazirganî û aborî kirine û behsa xistina pratîkê ya projeyên hevpar yên di seha enerjiyê de kirine.

Parve bike: