TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan gotibû ku îcab bike wê baregeha Incirlikê bigrin

Admin M
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2019 02:13

PeyamaKurd- Piştî serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan got ku îcab bike wê baregeha NATO yê ya İncirlikê bigrin, li ser vê gotina wî, seroka delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Awrûpayê Christian Berger,peyamekî da rojnamevanan. Berger di peyama xwe de weha got:

“Serokkomarê dewleta Tirkiyê gelek caran got ku dixwaze di îttîfaqa rojava ya Transatlantîkê de cîh bigre. Yekîtiya Awrûpayê vê fikrê destek dike. Berya her tiştê Tirkiye dewletekî ku di nav ewlekariya rojava de cîh digre.”

Seroka delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Awrûpayê balyoz Christian Berger û bi 17 kesan ve li ser daweta şaredariya Konyayê hat Konyayê û tevlî Şeb-î Arûz bû. Piştî li gelek ciyên dîrokî geriya, çû muzeya Silleyê û li wê derê peyama li jorê da çapemeniyê.

Parve bike: