Erdogan: Kesên ku Kurdistanê bixwazin wa li Iraqê ye herin
PeyamaKurd - Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û got: “Ma li welatê me cihekî bi navê Kurdistan heye? Eger hun evqas Kurdistanê dixwazin, Kurdistan li Iraqê ye, bila biçin wê derê”
Serokê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Recep Tayyip Erdogan li mîtînga partiya xwe ya doh li bajarê Erzînganê yê Bakûrê Kurdistanê axivî û rexne li aliyên muxalefetê girt ku li dijî AK Partiyê bûne yek.
Recep Tayyip Erdogan, HDP weke piştevanê PKKê bi nav kir û got: “CHP û ÎYÎ Partî jî piştevaniya Qendîlê dikin û li dijî me bûnek yek.”
Erdogan got: “Ma li welatê me cihek bi navê Kurdistanê heye? Niha ez ji we dipirsim, kesên ku CHP, Kemal Beg, qaşo ÎYÎ Partî bi wan re mil bi mil in çi dibêjin 'em dê li Kurdistanê bi ser bikevin, em dê li rojava jî AK Partî û MHPê ji holê rakin'. Eger ew evqas Kurdistanê dixwazin, Kurdistan li Iraqê ye, bila biçin wê dere.”