Kabîneya Kurdistanê: Divê di budçeya Iraqê de mafên Pêşmergeyan were bicihkirin
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê hate ragihandin ku çend mijarên girîng ên girêdayî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, kêmkirina bihayê elektrîkê û rêkxistina çalakiyên aborî û bazirganî hatin nîqaşkirin.
Di beşa yekam a civînê de, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge raporteke berfireh li ser proseya rêkxistin û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de pêşkêş kir û gav, plan û pêdivîtiyên qonaxa paşerojê zelal kirin.
Di raporê de behsa bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin, bo wekhevkirina mûçe, pile, dermale û mafên darayî yên Pêşmergeyan ligel hevtayên wan di dezgehên berevaniyê yên Hikûmeta Federalî de, herwiha cîgirbûna pêdivîtiyên darayî yên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya xerciyên siyadî yên budceya federalî de, ji ber ku Hêza Pêşmerge beşeke sîstema berevaniya Iraqê ye.
Sekreterê Encûmena Wezîran bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê bi rêya pişka xwe di budceya federalî de tevlî dabînikirina xerciyên siyadî de dike; lewma pêdivî ye mûçe, dermale, xerciyên mezaxtinê, hînkirin û çekdarkirina Pêşmergeyan di nav xerciyên siyadî yên budceya federalî de bên bicihkirin.