TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan mûçeya herî kêm eskere kir: Li gorî sala borî 100 dolar jê kêm bû

Admin H
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2021 21:03

PeyamaKurd – Piştî civîn û danûstandinên sendîkayên karmend û kardaran ên ligel hikûmeta Tirkiyê, mûçeya herî kêm a sala 2022yê îro 16ê Kanûnê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat eşkere kirin. Erdogan got ku ew ê rê nedin lîreyê Tirk di bin fişara dolar de were bênirxkirin.

Erdogan di civîneke weşana zindî ya hat belavkirin de, ragihand ku wê mûçeyê herî kêm ê karker û karmendan bo sala 2022yan 4 hezar û 250 lîre be. Erdogan got ku wan ji sedî 50 mûçe zêde kiriye û ew naxwazin welatî di bin fişara bihayiyê de bên perçiqandin.

Herwiha Erdogan eşkere kir ku ew baca dahatê jî ji ser mûçeyê herî kêm ê karmendan radikin û kesên xwedî zarok û malbat bin jî wê mûçeyê wan hîn zêdetir bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu doh 15ê Kanûnê beriya eşkerekirina mûçeyê asgarî bal kişandibû ser zêdebûna nirxê dolar li hember lîreyê tirkî û daxwaz kiribû mûçe li gorî nirxê dolar ê sala borî were dayîn ku ew jî 385 dolar ango 5 hezar û 900 lîreyê tirkî dikir. Lê belê li gorî nirxê dolar ê dawî ku bi ser 15 lîreyan ketiye, mûçeya hatiye eşkere kirin bi qasî 275 dolar dike.

Parve bike: