TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Pêvajoya çareseriyê nexşeya stratejîk a dewletê ye

Admin H
Nivîskar
📅 09 hezîran 2026 19:09

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bal kişand ser berdewamiya pêvajoya çareseriyê ya bi xwefeshikirin û çekdanîna PKKê berdewam dike û got, ev pêvajo ne tenê siyaseteke ewlehiyê ye, herwiha nîşana nêrîneke stratejîk a kûr a dewletê ye ji bo sedsala nû ya Tirkiyeyê.

Erdogan pabendbûna xwe bi pêvajoyê dubare kir û diyar kir, ew xwedî bawerî û biryardariyeke serbixwe ne ku pêngavên herdemî yên ku ji herêma Kendavê heta Bakurê Afrîkayê û Rojhilatê Deryaya Navîn diavêjin.

Serokomarê Tirkiyeyê got: "Ew wêrekî û şiyana plankirinê ya ku li ba me heye motora sereke ya pêvajoya bidawîkirina terorê ye."

Erdogan herwiha diyar kir: "Dema ku ev pêvajo li gorî armancên me bi awayekî serkeftî bigihîje encamê, ne tenê eniya me ya navxweyî xurt dike, herwiha wê ewlehiya Tirkiyeyê jî xurttir bike û asoyeke nû li ber gelê me veke."

Erdogan destnîşan kir: "Bi wê stratejiya ku me daye destpêkirin, ji bo jinavbirina terorê li serkaniya wê, me karî di navxwe û derveyî welat de serkeftinên mezin û çarenivîssaz bi dest bixin."

Parve bike: