TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

📅 25 sibat 2026 21:38

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û ragihand, rapora pêvajoya çareseriyê ya ku Komîsyona parlamentoyê amade kiriye ne tenê deqeke pêşniyarê ye, di heman demê de xwedî taybetmendiya belgeyeke dîrokî ye.

Erdogan diyar kir ku pêvajo dê derbasî qonaxeke nû bibe û derbarê gavên bo çareseriyê bên avêtin de wiha got: “Ev rapora ku bi kemilîna demokratîk, bi şêwireke kamil û bi lihevkirineke siyasî ya girîng hatiye nivîsandin, belgeyeke dîrokî ye. Eşkere ye ku yên bi mebesta spekulasyonê peyvan ji nav raporê hildibijêrin, xizmeta silametiya pêvajoyê nakin.”

Erdogan da zanîn ku dê qonaxa nû ya pêvajoyê dest pê bike û bang li partiyên din kir ku helwesta xwe ya lihevkirî û maqul di xebatên parlamentoyê de jî bidomînin.

Erdogan got: “Tu navendên fesadiyê nekarîn li pêşiya biratiya hezar salî bisekinin. Ger kesên bixwazin li ber vê lehiya hembêzkirin û mihbeta ku ji sînorên me derbas dibe bisekinin hebin, ew lehî dê her kesî bide ber xwe û ji van axan bimale.”

Parve bike: