TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistana Saûdî bû ‘endamê diyalogê’ ya rêxistina Sanghayê

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2023 02:12

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Saûdî Erebistanê SPA ragihand ku encumena wezîran ya Erebistanê pêşniyara endamtiya ‘hevkariya diyalogê’ ya ji bo Rêxistina Şanghayê qebûl kiriye. ‘Hevkariya diyalogê’ ji bo bibin endamê Şanghayê pêngava yekeme.

Şanghay di sala1996 de ji aliyê Çîn, Rûsya, Kazakistan, Kirgizîstan û Tacikistanê de bi civîna nûnerên her 5 dewletan bi navekî dinê hatibû avakirin. Paşî Ozbekistan, Pakistan û Hindistan bûn endamê rêxistinê. Niha 8 endamên wê hene, di pêvajoya endamtiyê de 4 welatên çavdêr û Tirkiyê di nav de 6 ‘hevkarên diyalogê’ hene.

Parve bike: